Davutoglu bang li Bahçelî kir: Tu ji çi ditirsî?

Davutoglu bang li Bahçelî kir: Tu ji çi ditirsî?

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, li ser gotinên li dijî Amedsporê bang li ji Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir. Davutolu jê pirsî, “Ji min re bibêje tu çima ditirsî?"

Piştî êrîşên di yarîgeha Bursaspor û Amedsporê de Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu bang li Serokê Giştî yê MHPê Devlet Baçeli kir ku gotibû, "Ji bo me cihek bi navê Amed tuneye, klûba bi navê Amedsporê tuneye. Ez ji vê derê silavan li alîgirên Bursasporê dikim."

Ahmet Davutoglu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vîdeoya "Bahçelî bibêje çima tu ditirsî?" bal kişand ser gotinên xwe û wiha axivî:

"Dema ku hûn li temenên navînî yên temaşevanan dinihêrin, Yeşîl tê bîra çend kesan? Ew wêne çawa gihîştin wê derê? Li vê derê komek hişmend û rêxistinkirî ev peyam da: Em ê we vegerînin wê serdema tarî ya salên 90î. Bahçelî dibêje Amed tuneye.

Ji bo Xwedê mîrektiya Tirkmenan heye, Mîrektiya Tirkmenan a Kara Amed heye, Dede Korkut bixwîne, Amed dinivîse, hûn ji navan çima ditirsin? Kurdiya Feqiye Teyran jî bi qasî Tirkiya Yunus Emre pîroz e. Heger bûyera nîşana tiştekî be, kî bikeve nav provokasyoneke bi vî rengî, bizanibin ku 15ê Gulanê heye. Di 15ê Gulanê de dê hesab bê pirsîn. Divê her kes lingên xwe bikişîne ber xwe. Tirkiye dê di nav aştî û baweriyê de biçe hilbijartinan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin