PeyamaKurd –Li Malezyayê di seha kampekî de erd heziya û di encamê de 16 kes mirin û 17 kes jî heya niha wenda ne. Rêvebir ragihandin ku heza li erdê ketiye li bakûrê payîtext Kuala Lumpurê, li eyaleta Selangorê li seha kampa bi navê Batang Kali de çêbû.
Texmînen di seha kampê de 94 Malezyayî hebûne. Rêvebirê polîsan Suffian Abdullah ragihaniye ku di nav miriyan de zarokeka 5 salî jî heye û 7 kesên birîndar bûne û wan birine nexweşxanê.
Rêyên diçin deverê hatin girtin da pêwendîdar karibin bi hêsanî xebata lêgerîn û rizgarkirin bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin