Naci Gorur: ‘Erdhej ji Rojhilat ber bi Rojava ve koç dikin’

Naci Gorur: ‘Erdhej ji Rojhilat ber bi Rojava ve koç dikin’

PeyamaKurd – Erdhejên piştî herdu erdhejên wêranker ên 6ê Sibatê ku navenda wan bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bû, piştî sê mehan jî berdewam dikin.

Heta niha bi deh hezaran erdhejên paşekî çêbûne ku di çend rojên dawî de, li bajarên Tirkiyeyê yên Derya Spî jî erdhejên bi pileyên mezin çêdibin.

Pisporê erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur, derbarê erdhejên bi pileyên 3,9, 4,0 û 4,1 ên li bajarê Mugla rû dan de, li ser medya civakî nirxandinek kir û got:

“Li derdora Ula ya Muglayê erdhejên bi pileyên 4,0-4,1 çêdibin. Ew erdhej li ser faya Gokova û nêzîkî faya Mugla-Yataganê ne. Di erdhejên ser faya Muglayê de, bi piranî erdhej ji Rojhilat ber bi Rojava ve koç dikin. Li vê herêmê dema nêzîk 2004 (5,4), 2005 (5,2) û 2017 (6,6) erdhej çêbûn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin