Washington | Pompeo pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Washington | Pompeo pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de bi Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinek kir û ji ber berbijêriya wî ya Serokwezîrtiyê ew pîroz kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi navê Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino ji Washingtonê daxuyaniyek li ser civîna Mike Pompoe û Mesrûr Barzanî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo pîrozbahiya Mesrûr Barzanî li ser namzebûna posta serokwezîrtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û hat gotin, "Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pempeo hevdîtin bi Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û pîrozbahiya wî ya kandîdkirina ji bo posta serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Pompeo hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hiûmeta Kurdistanê de xwest û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir û berfiretirkirina têkilî û hevkarî û piştgîrîkirina zêdetir ya Kurdistanê diyar kir."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin