Ermenistanê 2 kursiyên parlamentoyê dane Kurdan

Ermenistanê 2 kursiyên parlamentoyê dane Kurdan

PeyamaKurd - Serokê Koma Tak a Ermeniyên Kurdistanê, Îrwant Nîsan Markos behsa wê yekê dike ku kursiyên Ermeniyan di Parlamentoya Kurdistanê de pir girîng in û xwedî bandor in, li hember vê yekê jî Ermenistanê jî biryar daye ku 2 kursiyan di parlamentoya welatê xwe de bide Kurdan.

Ligel nêzîkbûna dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê medyayên Ermenistanê giringiyeke mezin didin pirsa Ermeniyên Kurdistanê, nexasim jî ku li Başûrê Kurdistanê kursiyeke taybet ê Ermeniyan heye û herwiha wek pêkhateyeke girîng li Kurdistan li Ermeniyan tê nerîn, lewma jî Hikûmeta Ermenistanê û welatên cîhanê piştevaniyê li van pêngavên Kurdistanê dikin.

Îrwant Nîsan Markos ji malpera PDKê re ragihand: “Beriya 2 salan me wek nûnerê Ermeniyên Kurdistanê serdana Ermenistanê kir, li wir me pêşniyar kir ku kursî ji neteweya Kurdî re di parlamentoya Ermenistanê de bên diyarkirin, wam jî soz dan ku vê yekê bicîh bînin. Herî dawî jî Parlamentoya Ermenistanê ew yek pesend kir û biryar dan ku 2 kursiyan bikin taybet bi Kurdan, ku yek ji wan kursiyan ji bo Êzdiyan be. Ev pêngava Ermenistanê li hemberî pêngava Başûrê Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin