PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li nexweşxaneya Hewlêrê serdana birîndarên şewata Baxdiyê (Hemdaniyê) kir.
Serokwezîr Barzanî herwiha beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê kir û got, “Pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst dubare dikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser medya civakî Xê peyamek belav kir û ragihand, “Min serdana birîndarên şewata li Bexdîdayê (Hemdaniyê) kir û hêviya başbûnê ji wan re xwest û pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst dubare kir.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Herwiha ez beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê bûm û sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên wan kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin