PeyamaKurd - Berdevkê Civata Sekirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanîyê û Helebce ragihand: Parastina baregeh û canên berpirs û kadirên PDKyê li Silêmanîyê di berpirsyartiya hêzên ewlekariyê de ye.
Berdevkê Serkirdatiya PDKyê li Silêmani û Helebceyê Eta Şêx Hesen di bernameyeke televizyonî de ragihand: Derengê şeva borî , çend çekdarên nenasyayî teqe li baregeha Liqa Çar a PDKyê kirin li Silêmanîyê.
Got jî: di encama êrişê de ti ziyan nebûne û hêzên ewlekarîyê li Silêmanîyê bi berpirs dizanîn li paraztina canên endam me û paraztina baregehên me.
Tekez jî kir: Wek serkirdatiya PDKyê hemû rêkarên yasayî beramber bi bûyerê dixîn pêşiya xwe.
Her di evê çarçoveyê de, Eta Şêx Hesen li ser hesabê xwe yê Feysbookê belav kiriye, ku desteke reş teqe li baregeha sipî ya Liqa Çara PDKyê kir. Berpirsyartiya parastina baregeh û parastina canên berpirs û kadirên PDKyê dikeve stûyê hêzên ewlekarîyê li Silêmanîyê û komîteya ewlekariya bajêrê Silêmaniyê.
Herweha nivîsiye: Parastina aştî ya Civakî û sîyasî erkê exlaqî yê parêzgar û qaymeqamî û hêzên parastina tenahiyê ye li Silêmaniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin