PYD: Bi hebûna Amerîkayê ewlehiya herêmê tê parastin

PYD: Bi hebûna Amerîkayê ewlehiya herêmê tê parastin

Peyamakurd - Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku eger hêzên Amerîkayê li herêmê bimînin dê ewlehiya herêmê zêdetir werin parastin û got: “Rola Rûsyayê li nav Sûriyê li hember mafê gelê kurd gelek xerab û neyênî bû.”

Rayedarê PYDê Salih Muslim ragihand ku li pişt perdeyan û bi awayekî veşartî, Rûsya û Tirkiyê danûstandinê li ser girêbestekê dikin û got: “Moskowa navbeynkariya Enqere û Şamê dike û hewl dide Enqere bi her awayekî be, were razîkirin."

Muslim bal kişand ser wê yekê jî, ku bi rêya hebûna hêzên Amerîkayê yan jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê, rê li ber êrîşên esmanî yên Tirkiyê tê girtin û ewlehî jî zêdetir tê parastin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin