Heskîf bê xatirxwestin di bin avê de dimîne!..

Heskîf bê xatirxwestin di bin avê de dimîne!..

PeyamaKurd – Bajarê dîroka qedîm ê Bakurê Kurdistanê Heskîf, piştî bidawîbûna avakirina projeya Bendava Ilisuyê û bi berdana ava çemê Dicleyê bi ser de di bin avê de dimîne.

Herî dawî rêya ser çem re di nava Heskîfê re derbas dibe ji çûnûhatina wesayîtan re hat girtin. Hin berhemên dîrokî bo Heskîfa nû hatin veguhastin, lê piraniya berhemên dîrokî yên şkeftan û mîmarî di bin avê de man û yên mayî jî bi bilindbûna ava bendavê re di bin avê di dimînin.

 Ava Bendava Ilisûyê niha her diçe bilind dibe û bi vê yekê rêya di navbera Heskîf û Geliyê Dîcleyê de jî di bin avê de dimîne.

Hatiye ragihandin ku di nav hefteyekê de, wê pira ku tekane rêya bajarê kevnar e di bin avê de bimîne û rêya bajarê kevn a bejahiyê were qutkirin.

Bi bilindbûna ava bendavê re wê Kelehha Heskîfê jî di bin avê de bimîne û ji ber vê rêya Heskîf û Geliyê Dîcleyê jî ji hev qut bibe.

Çend meh berê rêya kevn a ji aliyê Êlihê ve hatibû girtin û gundiyan ev rê bi kar dianî, lê piştî av binilind bû û rê di bin avê de ma, girêdan qut bû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin