PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Johnson bi lîderên Vişegradê (V4) re civînekî kir. Welatên Vişegradê 4 dewletin û ew dewlet Polonya, Çekya, Macaristan û Slovakya ne. Hevdîtin li payîtexta Îngîltere li Londrayê çêbû. Li gor ragihandina baregeha Johnson ya jimare 10 ê, civîn li wezareta karên derve li koşka dirokî li Lancaster House çêbû û ewilî Johnson bi serokwezîrê Slovakya Eduard Heger re civiya. Ji bo Heger bersiveka xwurt ji bo êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê daye sipasiya xwe kir.
Johnson ragihand ku divê rojavayî ji bo xwe ji hîdrokarbonên Rûsya dûr bigrin, zêdetir tiştnan bikin û weha got:
“Divê lîder ji bo xwe girêdayê enerjiya Rûsyayê nebînin, hezra xwe bidin ser enerjiya ku dikare xwe nûh bike û di vê mijarê de lihev kirin.”
Di hevdîtina Johnson û lîderê Macaristanê de, Johnson planê dorpêçên ser Rûsyayê ragihand û li ser bê çawa dikarin xwe ji muhtaciya xaz û petrola Rûsyay rizgar bikin an muhtaciya xwe kêm bikin, behsa giringiya mijarê kirin.
Johnson ragihand ku ku eger pêdiviya Polonyayê hebe wê karibe desteka xwe ji bo Polonyayê zêdetir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin