PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ligel Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) civiya. Civîna ku ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve dihat çaverêkirin, duh li paytexta Ukraynayê ya Kievê çêbû.
Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Mariano Grossi û şanda ligel wî, li Kievê ligel Volodimir Zelenskiy hevdîtin kir. Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, agahiyên di derbarê naveroka civînê de ragihandin.
Zelenskiy li ser hevdîtinê wiha got:
"Îro, rewşa li derdora Zaporijyayê, ji bo Ukraynayê û ji bo cîhanê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên ewlehiyê ye. Hegera metirsiyên mezin ên wekî; teqînên mezin ên ku dê li santralê çêbibin, di reaktorên nukleerê de rûxandinek çêbibe û di girêdana şebekeya Ukraynayê ya santrala Zaporijyayê de qutbûnek çêbibe, hene.”
Volodimir Zelenskiy di dewama agahiyên xwe de ragihandin ku wî ji Grossi û şanda teknîkî ya ligel wî xwestiye ku ew xwe bigihînin santrala Zaporijyayê û ji bo pêşî li hegera van metirsiyan were girtin çi pêkan be, bikin.
“Bila ji Zaporijyayê vekişin”
Zelenskiy li ser radestkirina Zaporijyayê jî bang kir ku divê santral demildest were bêçekkirin û car din radestî Ukraynayê bê kirin.
Santrala Zaporijyayê, di 4ê Adarê de ketibû bin serweriya Rusan û niha jî di bin venêrîna artêşa Rus de ye. Tê ragihandin ku li derdora santralê dem bi dem teqîn çêdibin û ji bo vê jî aliyên Rus û Ukraynayê, hev û din tawanbar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin