Li Fasê erdhej çêbû!

Li Fasê erdhej çêbû!

PeyamaKurd – Nasser Caburê Serokê Enstîtuya Jeofîzîk a Neteweyî ya Fasê di daxuyaniya xwe ya ku da de destnîşan kir ku erdheja bi lerza 4,7an ku navenda wê li peravên bajarê Deryûşa li herêmên navendî ye, duh êvarê di saet 20.17an da çêbû.

Cabur diyar kir ku erdhej li bajarên Deryuş, Nazur û Huseyme û herêmên derdor hat hîskirin.

Têkildarî ziyanên canî û malî yên ji ber erdhejê ti agahî nehatin parvekirin.

Di erdheja ku şeva 8ê Îlona 2023an li El-Huz a Fasê pêk hat de, nêzî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 6 hezar kes jî birîndar bûn. Di erdheja navborî de li herêma Azîlalê gelek qurbanî çêbûn.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin