Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser navê Kurdistanê Charles ê 3em pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî bi sedema ku qralê Îngîltere Charlesê 3 em tacê da serê xwe, li ser navê xelkê Kurdistanê qral Charlesê 3em pîroz kir. Charles tacê li dêra Westminster Abbeyê danîbû serê xwe.
“Ez qral Charlesê 3 em, li ser navê xelkê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikim. Ez bawerim wê têkiliyên navbera Kurdistan, Iraq û Qraliyeta Yekgirtî, di wexta desthilatiya we de jî, xwurtbûna xwe dewam bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi sedema danîna sertaca qralê Îngîltere Charlesê 3 em, peyamekî pîrozbahiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku ew Îngîlterê hevpar û dost dibînin û wisa jî dewam dikin. Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Ez qral Charles III. û qralîçe Camillayê pîroz dikim. Di dewra hukumdariya we de em bende ne ku têkiliyên me bêhtir xwurt bibin. Qraliyeta Yekgirtî dîroka me fêm dike û hem di arîşeyên me de, me destek kiriye, hevkarekî û dosteki baweriyê ye û em wisa dewam dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin