Îspanya dixwaze bazirganiya bi Kurdistanê re zêde bike

Îspanya dixwaze bazirganiya bi Kurdistanê re zêde bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li sefîrê Îspanya li Iraqê Juan José Escobar û şanda ligel wî kir.

Hat ragihandin ku di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îspanyayê û çawaniya pêşxistina wan hatiye kirin â mefîrê Îspanya amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re nîşan daye.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesûr Barzanî di civînê de diyar kir, ew amade ne ji bo hatina şîrketên biyanî û Îspanî hêsankariyan bikin û got, di bernameya kabîneya nehem de girîngiyeke mezin ji bo hemû cure pêşxistina aborî bi taybet sektora çandiniyê hatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin