Til Rifet û Sehba ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hat topbarankirin

Til Rifet û Sehba ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hat topbarankirin

PeyamaKurd –  Til Rifet û gundên derdora Şehbayê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve, hat topbarankirin.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve diyar kir, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê, piştî topbarankirina nahiya Şera li Efrînê, navçeyên Şehba û gundên derdora wê, weke Til Rifet û Eyn Diqne û Bîloniye û nahiya Şêrawa topbaran kirin.

Herwiha, berî wê jî navçeyên Merienaz û Qemiye û Şiwarxe û gundên Bînî û Dêr Cemal hatin topbarankirin.

Til Rifet, 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê, ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû. Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê, hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.

Til Rifet, ji ber li devera Şehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Balafirxaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye, ku di kontrola hêzên Kurdî de ye, gelekî girîng e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Til Rifet û çend gundên wê deverê, ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin