Lavrov bang li Kievê kir: Her ku diçe, lihevkirin dijwar dibe

Lavrov bang li Kievê kir: Her ku diçe, lihevkirin dijwar dibe

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, di derbarê hevdîtinên navbera Ukrayna û Rusyayê de axivî. Lavrov got, “Her ku hevîtin bi derengî dikeve, lihevkirin jî ewqas dijwar dibe.”

Sergey Lavrov, ji bo televîzyona dewletê ya Rusyayê Rossiya-1 axivî û di derbarê pêvajoya şerê li dijî Ukraynayê de nirxandin kirin. Lavrov di axaftian xwe de bal kişand ser lihevkirina Rusya û Ukraynayê û got,

“Rusya, hevdîtinên ligel Ukraynayê red nake. Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin diyar dike ku ew kesên hevdîtinan bi derengî dixin, divê bizanibin ku çiqas hevdîtin bi derengî bikevin, dê lihevkirina bi me re ewqas dijwar bibe.”

Sergey Lavrov, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya şer û encamên ku tên payîn û got,

“Hevdîtin, tenê dê piştî serkeftina Ukraynayê û veqetandina ji axên Rusyayê çêbibe. Ew ê amade bin ku şertên xwe li ser me ferz bikin. Di vê mijarê de ew ji aliyê Londra, Washington û Brukselê ve tên destekkirin heta tên şûmkirin. Heger vebijêrka wan ev be, em jî dizanin ku dê xwegihandina hedefên ku Putin danîne, çawa çêbibe.”

Wezîrê Rus li ser peymana li Stenbolê jî hatibû çêkirin rawestiya û da zanîn ku 2 roj piştî peymanê, li ser bûyerên ku li Buçayê çêbûn, hîn jî ji aliyê Rojava ve agahiyek nehatiye bihîstin û li vê derê kesên ku hemû tawanê dikin stûyê Rusyayê û navên kesên ku tê îdiakirin pêwendiya wan bi artêşa Rusyayê re heye wekî bûyera Skripalê, nayên dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin