PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Iraqê û hem parlementerê Kurdistanê Şaxewan Abdûllah, di ser hesabê xwe yê medya civakî Facebookê de daxwuyaniyekî belav kiriye. Abdûllah di daxwuyaniya xwe da ragihandiye ku bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re, îro li ser rewşa Kerkûkê û budça Herêma Kurdistanê civiyane û axifîne.
Li gor ragihandina Basnewsê; Şaxewan Abdûllah ragihandiye ku bi Mustafa Kazimî re li ser rewşa siyasî, asayîşê, hemahengiya di navbera hukumet û parlementoyê de, li ser budça Herêma Kurdistanê, perên cotyaran, rewşa Kerkûkê û hinek mijarên din axifîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin