Hejmara girtîyên jin ên hatin sewitandin û kustin zêde bû

Hejmara girtîyên jin ên hatin sewitandin û kustin zêde bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama şerê çeteyan ê li girtîgeha bajarokê Tamara yê Tegûcîgalpaya ya welatê Hondurasê ku li Amerîkaya Navîn e, hejmara girtiyên jin ên hatine kuştin gihîş 46 kesan.

Ji ber şerê di navbera çeteyên Mara Salvatrûcha û Barrîo de ku çend roj berê rû dabû, 26 jin hatin şewitandin û 20 jin jî bi kêr û çekan hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku çeteyan pêşî girtî xistine odeyên takekesî, derî bi ser wan de girtine û piştre jî agir pê xistine û ew şewitandine.

Serokê Hondurasê Xiomara Castro ji ber bûyeran wezîrê ewlekariyê Roman Sabillon ji kar dûr xist.

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala 2012yan jî li girtîgeha Comayagûa ya Hondurasê ji ber şewatê 361 girtiyên mêr jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin