PeyamaKurd – Li navçeya Mêrdînikê ya bi ser parêzgeha Erdexanê, du malbatan şer kirin û di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li zozana gundê Qelecixê yê Mêrdînikê, du malbatên ku pêştir pirsgirêkên wan hebûn, bi daran şerê kirin.
Hat zanîn, di encama bûyerê de ji her du aliyan 12 kes birîndar bûn.e Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.
Herwiha hat ragihadin ku birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînikê û ji wir jî veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê û di derbarê bûyerê de, lêpirsîn hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin