PKK: Gûmana me ji bicihbûna Pasewanên Sînorî yên Iraqê li devera Heftenînê heye

PKK: Gûmana me ji bicihbûna Pasewanên Sînorî yên Iraqê li devera Heftenînê heye

PeyamaKurd - Baskê çekdarî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji bicîhbûna Pasewanên Sînorî yên Iraqê li devera Heftenînê bi gûman in û ew dê li gorî encaman helwesta xwe nîşan bidin.

HPG dibêje, bicîhbûna wan hêzan di vê demê de cîhê gûmanê ye. Ew jî wê çavdêriya rewşê dikin û pişt re jî dê helwesta xwe rabigihînin.

Di vê dema ku bombebarana artêşa Tirkiyê li çend deverên Başûrê Kurdistanê berdewam e, Hêzên Pasewanên Sînorî yên Iraqê jî li çend cîhên devera Heftenînê bicih bûne û dibêjin ew ê çavdêriya rewşê bikin û jiyana sivîlan biparêzin.

Fermandarê wê hêza zêrevanên sînor a Iraqê ku li hin navçeyên sînorî yên Zaxoyê hatine bicihkirin dabû zanîn, wan li çend xalên stratejîk ên li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê hêzên xwe bicih kirine. Wî fermandarî herwiha gotibû, hikûmeta Iraqê bi fermî Tirkiye agahdar kiriye ku ew hêz li wan cihan hatine bicihkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin