PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî gotinên namzedê şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim ku li Diyarbekirê, peyva Kurdistanê bi kar anîbû û bi Kurdî silav dabû nirxand û got, "Ew gotin ne ji dil û ne samîmî ne."
Temellî got, “Li aliyekî dibêjin Kurdistan, li aliyekî jî li Bedlîs û Tetwanê tabeleyên kurdî radikin. Bi gotina Kurdistanê kes deng nade we."
Sezaî Temellî li bernameya cejnê ya bajarê Batmanê gotina serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a "Li welatê min Kurdistanê tune ye" bi bîr xist û li ser axaftina Binalî Yildirim wiha axivî:
"Di nav siyaseta rojane de hin gotaran li gorî berjewendiyên xwe pir hêsan bi kar tîne. Dema ku ev gotar kêrî wan neyê jî pir hêsan terk dike. Van gotinan Yildirim bi kar anî. Beriya niha Erdogan jî bi kar anîbû. Lê Erdogan paşê înkar kir. AKP li aliyêkî dibêje Kurdistan û li aliyekî jî li Bedlîs û Tetwanê tabelayên kurdî radike. Zimanê dayikê tune dihesibîne. Li gorî hesabên hilbijartin îro kurd hene û li ser vê yekê zimakî ava kirine. Îro li Amedê dibêjin Kurdistan heye, sibê li Stenbolê dikarin bibêjin tuneye. Ev siyaseteke ne ji dil û têkçûyî ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin