Lijneya Veberhenanan û IFCê peymanek destnîsan kir

Lijneya Veberhenanan û IFCê peymanek destnîsan kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de di navbera Saziya Darayî ya Navdewletî û Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê de peymana hevkariyê hat destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî îro pêşwaziya şanda Hevpeymaniya Navdewletî ya Darayî (IFC) bi serokatiya Xawace Eftab Ehmed kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de mijarên bipêşxistina hevkarî û pêkanîna proje û çalakiyên hevbeş hatin nirxandin.

Her wiha hat diyarkirin ku piştî civînê bi serpereştiya Mesrûr Barzanî rêkeftina hevkariyê di navbera Hevpeymaniya Darayî ya Navdewletî û Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê de hat destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku ev rêkeftin projeyek 4 salî di xwe de digire û dê di warên çandinî, pîşesazî, herêma taybet a aborî û enerjiyê de li Herêma Kurdistanê derfetan çêbike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin