Rojnamevanê Amerîkî: Trump û Pûtîn 7 caran hevdîtinên taybet pêk anîn

Rojnamevanê Amerîkî: Trump û Pûtîn 7 caran hevdîtinên taybet pêk anîn

PeyamaKurd – Rojnamevanekî amerîkî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Şer’ a ku wê 15ê Cotmehê bê belavkirin de, agahiyên balkêş derbarê têkiliya Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de dan.

Rojnamevanê Amerîkî Bob Woodward, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Şer’ de dibêje, piştî ku peywira Trump a seroktiyê bidawî bûye, 7 hevdîtinên taybet bi Pûtîn re kirine.

Edîtorê The Washington Postê Woodward diyar dike ku Trump dema pandemiya Covîdê di sala 2020an de, piştî wan hevdîtinan ji Pûtîn re amûrên pişkinîna Covid-19 şandine.

Herwiha Woodward, li ser têkiliya taybet a Trump û Pûtîn dibêje Pûtîn daxwaz kiriye şandina wan amûran îfşa neke daku ji hêla siyasî ve zirarê nebîne.

Herwiha Pûtîn gotiye, “Naxwazim vê kesî re bibêjî. Çimkî xelk wê bi min bi te hêrs bibin.”

Pirtûka rojnamevanê di demeke krîtîk a ber hilbijartina seroktiyê de tê weşandin ku Trump namzedê seroktiyê ye û dibe bandorê li ser dengên wî bike.

 Li aliyê din Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî li ser wan beşên pirtûkê ragihandiye ku pêwendiya Trump û Pûtîn a tê behskirin nerast e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin