Li Bedlîsê ji PKK/KCK ê 3 kesan xistin binçav

Li Bedlîsê ji PKK/KCK ê 3 kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê ji navendê û navçeya Tetwanê bi sedema PKK/KCK ê operasyon bo ser hinek ciyan hat kirin û di encamê de 3 kes hatin binçavkirin. Rêvebiriya asayîşa bajêr beşa TEM ê bi sedema ku ‘endamên PKK/KCK ê’ ne û ‘propogandeya rêxistina terorê’ kirine operasyonê kirin.

Di operasyonê de kesên bi navên İ.T., E.S. û E.Y. hatin binçavkirin. Li gor hêzên asayîşê, li mal û ciyên kar yên her sê kesan geriyane, dokumanên rêxistinî û materyalên dîjîtal xistine dest. Piştî îfadeyên baregeha asayîşê, hatine sewqkirin bo dadgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin