Serokê Maliyê pistî kotedayê îstifa kir

Serokê Maliyê pistî kotedayê îstifa kir

PeyamaKurd - Serokê Maliyê Îbrahîm Bûbekir Kîta îro 19ê Tebaxê li ser televîzyona fermî ragihand ku wî ji serokatiya Maliyê istîfa kiriye.

Ajansa AFP ragihand ku piştî çend saetan ku serhildêran Serokê Maliyê Îbrahîm Bûbekir Kîta û serokwezîrê wî bi kotedayeke leşkerî desteser kir, istîfaya xwe dan.

Îbrahîm Bûbekir Kîta ku 75 saliye di axaftina xwe de got: "Ez di van kêliyan de dixwazim spasiya gelê Maliyê ji ber piştevaniya wê ya demeke dirêj ji min re kirine, bikim. Herwiha istîfaya xwe ji vê kêliyê ve ji tevahî erkan radigihînim û min biryar da ku Komeleya Nîştimanî û Hikumetê bê hilweşandin."

Kîta da xuyakirin ku piştî artêş li dijî wî rabû û derbe pêk anî, ti alternatîfek ji bilî istîfakirinê nemaye ku ew naxwaze şer çêbe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin