Ji Tirkiye û Urdunê peyama sersaxiyê

Ji Tirkiye û Urdunê peyama sersaxiyê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo kesên di karesata şewata li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê de jiyana xwe ji dest dane, peyama sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de bi xemgînî hat ragihandin ku li gor tespîtên ewil di şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û hinek kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji bo kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê dixwazin, ji xizmên wan û gelê Iraqê re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin."

Wezareta Karên Derve ya Urdunê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji xizmên kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwest.

Di 8ê Kanûnê de jî di encama şewata ku li avahiya ku xwendekar, mamoste û welatiyên li Soran lê diman, 14 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin