Medya Îranê: Îran amade ye têkiliyên xwe bi Erebistana Saûdî re normal bike

Medya Îranê: Îran amade ye têkiliyên xwe bi Erebistana Saûdî re normal bike

PeyamaKurd – Ajansa nîv fermî ya Îranê Nour News roja çarşemê nûçeyekî belav kir û got piştî Erebistan roja sêşemê nîşanên erênî ji bo muzakereyên xwenêzîkkirinê ji Îranê re şandiye, Îran dewama muzakereyan bi rizamendî qebûl kiriye. Ajansa Nour News a ku di bin desthilata Konseya Ewlehiyê ya bilind ya Îranê de ye, twîtekî belav kir û got:

“Îran dewama muzakereyan bi rizamendî qebûl dike û amade ye bigihên peymanekî. Ji bo pêşdeçûnê divê îrada siyasî hebe.”

Ajansa nûçeyan ya Îranê:

“Wezîrê karên derve yê Erebistanê ragihand ku ew ji bo muzakereyan car din amade ne. Muzakereyên ku 5 caran hatin kirin, nîşan didin ku niyeta dewama muzakereyan heye.”

Wezîrê karên derve yê Erebistana Saûdiyê Faysal bin Ferhan Al Suud, roja sêşemê li Londrayê bi rojnamevanan re axifîbû û gotibû ku qraliyeta Erebistanê ji bo diyaloga bi Îranê re amade ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin