Li ser zêdebûna xwepêsandanên Fransayê ‘masa krîzê’ civiya

Li ser zêdebûna xwepêsandanên Fransayê ‘masa krîzê’ civiya

PeyamaKurd – Li Fransayê piştî binçavkirina 243 xwepêşandêran, şaredariya Parîsê ‘Masa Krîzê’ civand. Çalakvanên Fransayê li ser derxistina qanûna bilindkirina temenê xebatkaran ya ji bo xaneşîniyê, di çalakiyan de Parîsê kirin ciyê şewatê. Piştî ew çend şewat û tehrîbatên ku çalakvan kirin, hêzên asayîşê yên Fransayê 243 çalakvanan xistin binçav. Li ser greva xebatkarên rafîneriyê, di welat de krîza petrolê jî destpêkir. Li benzînxana xelk dikeve rêzê.

Ji 243 kesên binçavkirî 240 ji wan bi sedema bîdonên gilêşê diqelêbin û agir berdidin wan, hatine binçavkirin.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, biryarê da û biryara xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û got ji bo her roj bicivin, bangî parlementeran, şaredarên navçeyan, sekreterya şaredariyê û rêvebirên pêwendîdar kir da li ‘Masa Krîzê’ bicivin. Li gor ragihandina şaredariyê:

“Şaredarî ji bo grevên dewam dikin û bandora wan ya li ser jiyana rojane heye, wê her roj xelkê Parîsê agahdar bike û Masa Krîzê civandiye.”

Li Parîsê ji bo jiyana rojane sererast bibe biryara xebata bi zorê hat bicîhanîn lê ew jî ji bo pirsgirêkê nebû derman.

Reforma xaneşîniyê do di meclisê de hatibû qebûlkirin û li gor qanûn wê ast bi ast temenê xaneşîniyê derxin 64 salan û bi qanûn re wê di sala 2027an de ji bo mehaneya xaneşîniyê bistînin, divê 43 sal prîma sîgortayê dabe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin