Hêzên Îranê werzisvanekî Kurd revand

Hêzên Îranê werzisvanekî Kurd revand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku werzişvan û çalakvanê sivîl ê Kurd bi navê Mehdî Êrfanî, ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin.

Li gorî ragihandina Saziya Mafên Mirovan Hengawê, Mehdî Êrfanî yê ji bajarê Qurwê yê Rojhilatê Kurdistanê, roja Şemiyê 15ê Nîsanê ji aliyê hêzên girêdayî Îranê ve bi serdegirtina mala wî re, hatiye revandin.

Hengawê daye zanîn ku dema desteserkirina Êrfanî tahde û îşkence lê hatiye kirin û ji ber ew birîne cihekî nediyar çarenivîsa wî nayê zanîn.

Hêzên Îranê herwiha li mala wî jî dest danîne ser pirtûk, telefon û kompûteran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin