PeyamaKurd – Heşdî Şeibî û Erebên îthalat ên ku ji ber radestkirina ofîsên PDKê li Kerkûkê bêzar bûne, xwepêşandanek li dar xistin û rêya Kerkûk-Hewlêrê li ser hatûçûnê girtin.
Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîe Sûdanî di destpêka vê mehê de fermana vegerandina ofîsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên dagirkirî yên li Kerkûkê dabû. Ji ber vê biryarê Eniya Tirkmen, Koalîsyona Ereb, hêzên Heşdî Şeibî û Erebên îthalat ên Kerkûkê dest bi nerazîbûnê kirin.
Endamên Heşdî Şeibî û Erebên îthalatê pêr bi şev daketin kolanan, rê li trafîkê girtin û vegera PDKê protesto kirin.
33 ofîsên PDKê li Kerkûkê hene û hemû jî hatine valakirin. Lê avahiya sereke ya Desteya Kargêrî ya PDKê ya li bajêr niha ji aliyê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ve hatiye dagirkirin.
Di 16ê Cotmeha 2017ê de Kerkûk di encama rêkeftina hêzeke Kurdî ya bi Heşda Şeibî re hat radestkirin. PDKê jî hemû ofîsên xwe vala kirin û bajar weke dagirkirî pênase kir. Piştî avakirina hikûmeta Sûdanê, PDK dixwaze vegere Kerkûkê.
Tê çaverêkirin ku di 18ê Kanûnê de hilbijartinên encumenên parêzgehan li Iraqê bên kirin. Li Kerkûkê ku ji sala 2005an û vir ve hilbijartin nayên kirin jî wê sindoq bên danîn. Rêveberiya Kerkûkê ku hewl dide li şûna dengdêrên PDKê dengê xwe bide û hin derdor jî ji vegera PDKê ya Kerkûkê nerehet in.
Di sala 2005ê de partiyên Kurdistanî li Kerkûkê bi Lîsteya Biratiyê ketin hilbijartinan û ji 41 kursiyên encûmena parêzgehê 26 kursî bi dest xistin. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an waliyê Ereb ku bi fermanê hatibû tayînkirin, hemû desthilatdarî zeft kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin