Di mehekê de herî kêm 1500 kes hatine înfazkirin

Di mehekê de herî kêm 1500 kes hatine înfazkirin

PeyamaKurd – Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate eşkerekirin ku di nav meha Adarê ya sala 2022yan de, li welatê Afrîka Malîyê li gundekî herî kêm hezar û 500 kes hatine înfazkirin.

Di rapora nûnertiya Mafên Mirovan a NY de, hikûmeta Malî û hêzên kirêkirî bi wan êrîşan hatine tawanbarkirin.

NY daye zanîn ku di nav kuştiyan de, nêzî 20 jin û 7 zarok jî hebûne û nasnameyên 238 gundiyên hatine înfazkirin jî heta niha hatine tespîtkirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku operasyonên li ser herêma Mourayê di navbera 27-31ê Adara 2022yan de hatine kirin û bûne sedema zêdetirî hezar û 500 weyatiyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin