PeyamaKurd- Malpera fermî ya Swêdê (Îsveç) ragihand bo xurtkirina sîstema parastina hewayî, dê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire. Bo kirîna sîstema patrîotan berpirsiyariyê daye artêşa xwe.
Televîzyona dewletê SVT di nûçeya xwe de radigihîne ku bi şîrketa parastinê ya Amerîkayê Ratheonê re peyman çêkirine ku Swêd dê 10 mîlyar kron (5,7 mîlyar dolar) bide wan.
Serokê komîsyona parastinê ya meclisê Allan Widman got ku peyman gelek zû çêbû û komîsyona destûrê dikare car din li peymanê binêre. Li gor radyoya Swêdê SR yê; bi kirîna sîstema patriotê dixwaze pêşî li îhlala Rûsyayê ya hewayî bigre.
Di peymanê de 4 ûnîteyên agirdayînê, perçeyên yedek û perwerdeya amadekariyên fuzeyan hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin