TSKê, sînorê Silêmaniyê bombe kir: Kustî hene!

TSKê, sînorê Silêmaniyê bombe kir: Kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin, îro piştî nîvrojê, Çiyayê Asos ê li sînorê qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye bombekirin.

Di agahiyên ku ji aliyê Qeymeqamê Mawetê Kameran Hesen ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku

"îro Çiyayê Asos hat bombebarankirin û li gor zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene ku ev welatiyên sivîl in û kesên di ku encama bombebaranê de bûne qurbanî jî xelkê gundê Qamîşê ne."

Kameran Hesen da zanîn ku cihê bombebaranê nêzîkî gundê Gelale bûye.

Li gorî ragihandina Kurdistan24ê jî saetek beriya niha li Silêmaniyê, balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kêleşîn ê li sînorê gundê Zerûnî yê ser bi navçeya Mawet, 5 caran bi tundî bombebaran kirine û 4 nêçîrvan kirine armanc.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin