PeyamaKurd- Serokê Koalîsyona Saîrunê Muqteda Es-Sadr piştî şewitîna rayên hilbijartinê, daxuyaniyeke tund da û got ku çavên hinekan lê ye ku li Iraqê şerê navxweyî derxin.
Li Iraqê di 12 Gulanê de hilbijartin çêbûn. Li gorî encamên fermî Muqteda Es-Sadr di hilbijartinê de bû yekemîn. Partiyên Kurdan jî serkeftineke mezin bi dest xistin. Lê belê piştî hilbijartinê gelek îddayên cuda derketin holê. Hinekan digotin di hilbijartinê de hîle çêbûye û em ê careke dî rayan bihijmêrin. Hinekan jî digot na, divê hilbijartin bi tevahî were dubarekirin. Taliyê biryar hat standin ku rayan careke dî bihijmêrin. Lê vê carê jî depoya ku rayên hilbijartinê tê de veşartî ne, şewitî.
Piştî van geşedanan êdî şek û şubhe li ser hilbijartinê zêdetir bûn.
Serokê Meclîsa Iraqê Selîm Cubûrî û Alîkarê Serokomarê Iraqê Iyad Allawî gotin ku divê hilbijartin were dubarekirin. Endamê partiya Muqteda Es-Sadr Ziya El-esedî jî daxuyaniyek da û got ku ji bo ku hilbijartinê dubare bikin, ji qestî depoya rayan şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin