Pompeo: Bijardeya mudaxeleya leskerî li ser masê ye

Pompeo: Bijardeya mudaxeleya leskerî li ser masê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo li ser rewşa Venezuelayê ku doh hewla hilweşandina rejîma Nicolas Maduro hatibû kirin got, “Tercîha me veguhestina aştiyane ya rêveberiyê ye, lê belê hewce be îhtimala mudaxeleya leşkerî jî heye.”

Pompeo ji televizyona CNNê re ragihandibû ku Nicolas Maduro sibe beyanîyê terka Venezuelayê dikir, lê Rûsyayê ew razî kiriye ku bimîne û gotibû, ‘Balafireke wî bibe li ser pîstê amade bû.”

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Pompeo îro jî ji Fox Newsê re da xuyakirin ku îhtimala ku Amerîka mudaxeleya leşkerî li rêveberiya Maduro bike heye.

Serokê opozîsyonê Juan Guaido ku di serî de Amerîka û zêdetirî 50 welatan seroktiya wî ji nas dikin, doh ligel hejmarek fermande û leşkeran hewla kotedayê li rêveberiya Maduro kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin