Soylu, li ser êrîsa Amedsporê axivî: Nayê qebûlkirin!

Soylu, li ser êrîsa Amedsporê axivî: Nayê qebûlkirin!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, di derbarê êrîşên ku duh li Bursayê li dijî tîma Amedsporê hat kirin de daxuyaniyek da. Soylu di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew pankart û dîmenên ku hatin dîtin, nayên qebûlkirin û li ser bûyerê lêpirsîn hatiye vekirin.

Suleyman Soylu, li ser lîstika di navbera Amedspor û Bursasporê de ku duh bû sedema aloziyan, daxuyaniyek da û got, “Di lîstika futbolê ya li Bursayê de weneyên dûrî nêrîna futbolê nayên qebûlkirin û bi werzîşê re nayêne têkildarkirin. Di derbarê karmendên giştî yên ku di xistina van dîmenan a nav yarîgehê de xwe sis kirine de lêpirsîn hat destpêkirin û karmendên giştî yên têkildar ji kar hatin dûrxistin.”

Di lîstika Bursaspor û Amedsporê de alîgirên Bursasporê pankartên karmendê JÎTEMê Mahmut Yildirim ê bi nasnavê "Yeşîl" ku di salên 1990î de destê wî di kuştin û revandina hejmareke zêde ya kesayetên Kurd de hebû û wêneyên otomobîla torosê ku wekî "Torosên Spî" bûne sembola wan serdeman vekirin ku endamên JÎTEMê bi wan torosan kesayetên Kurd direvandin û wenda dikirin.

Her wiha rayedarên Baroya Diyarbekirê jî di derbarê mijarê de ragihand ku wan jî li ser vê provakasyona alîgirên Bursasporê gilî kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin