PeyamaKurd – Pakistan û Tirkiye li Ankara 6em civîna xwe ya têkiliyên siyasî yên duqolî kirin. Heyetên her dû welatan ji nûh de çav li têkiliyên xwe yên di sehayên siyasî, bazirganî, têkilî, bergiriyê, perwerdê, çand û temasên navbera gelan bi hûrayî di ber çav de derbas kirin.
Di civînê de musteşarê karên derve yê Pakistanê Dr. Asad Majîd Xan û cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Burak Akçapar serpereştiyê kirin. Her dû teref balê kişandin ser girîngiya Konseya Hevkariyê ya Stratejîk ya di Asta Bilind (HLSCC) de û li hev kirin ku civîna 7em li Îslamabadê zûtir bibe. Her dû teref her weha behsa Çarçova Aboriya Stratejîk (SEF) de pêşdeçûnên ku bûne kirin.
Her dû teref biryarê dan ku xebatên hevpar yên di sehayên danûsitendinan, zanist, teknolojî, Ar-Ge, tenduristî, perwerde û deryavanî de hene, divê bêhtir pêşde bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin