Amerîka dixwaze li beramber F-16an, MIG-22yên Rûsî ji Polonya bisîne Ûkrayna

Amerîka dixwaze li beramber F-16an, MIG-22yên Rûsî ji Polonya bisîne Ûkrayna

PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihand ku wê Amerîka jî di şerê Rûsya-Ûkrynayê de bi awayekî nerasterast beşdariyê bike û îdia kir, wê balafirên F-16 ji Polonyayê re bişîne û balafirên MİG-22 yên Rûsî ku li Polonyayê ne jî ji Ûkraynayê re bişîne.

Wall Street Journal, di nûçeya xwe de gotiye, Rêveberiya Biden pêşniyar li Polonyayê kiriye beramberî F-16an balafirên xwe yên Mig-22 yên serdema Sovyetê ji Ûkraynayê re bişînin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy, doh bi rêya vîdyokonferansê bang li endamên kongreyê kiriye ku pêdiviya wan a bilez bi balafirên şer heye û piştî vê bangê jî rêveberiya Biden ketiye tevgerê.

Rayedarên Koşka Spî ji WSJê re gotine, Amerîka dikare hejmarek F-16an bide Polonyayê û li beramberî wê jî Varşova dikare balafirên şer ên dema Sovyetê bo Ûkraynayê dabîn bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin