Ûkrayna bersiva Rusyayê da: Durûtiya xwe ji xwe re bihêlin

Ûkrayna bersiva Rusyayê da: Durûtiya xwe ji xwe re bihêlin

PeyamaKurd – Şêwirmendê serokatiya dewleta Ûkraynayê Mihail Podolyak piştî ku serokê Rûsyayê Putin ferman da ku li seranserê xeta şer agirbesê ji bo 2 rojan ragihandiye, Ûkrayna ji Rûsya re got ku durûtiya xwe ji xwe re bihêlin. Rûsya biryara agirbesê li ser banga patrîkê Dêra Ortodoksan yê Rûsyayê Kirill da û ragihand ku ji bo rojên 6-7 ê kanûnê şer nekin.

Li ser biryara Putin bertek ji dewleta Ûkraynayê hat. Şêwirmendê serokatiya dewleta Ûkraynayê Mihail Podolyak di ser hesabê xwe yê medya civakî de bangî Rûsyayê kir. Podolyak got ku Rûsya car din li sîvîlan xist û weha dewam kir:

“Ûkrayna weka Rûsyayê êrîşê axa biyaniyan nake û li sîvîlan naxe. Ûkrayna tenê li dagirkerên biyanî yên li ser axa xwe dixe. Pêwiste Rûsya ji herêmên ku îşxal kiriye derê. Dema vekişiya wê Ûkrayna ‘agirbesa demkî’ ragihîne. Durûtiya we bila ji we re be.”

Li gor ragihandina Kremlînê; Putin ferman daye wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ku roja 6 ê kanûnê siet ji 12.00an heya 7ê kanûnê siet 00.00an li temamê sînorên navbera Rûsya û Ûkraynayê di xeta şer de fermana rawestandina şer daye. Putin gotiye di jîngehên çeperên şer de gelek Ortodoks hene û ji bo ayînên xwe serbest bikin ferman daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin