PeyamaKurd- Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê ragihand ku Amerîkayê biryar da ku statuya parastina demkî ya zêdetirî 300 hezar koçberên ji 4 welatan dirêj bike.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku li gorî biryara hatiye dayîn, rewşa parastina demî ya zêdeyî 300 hezar koçberên ji El Salvador, Honduras, Nepal û Nikaraguayê ku di serdema Serokê berê Donald Trump de hatibû betalkirin, dê 18 mehan bê dirêjkirin.
Wezîrê Ewlekariya Navxweyî Alejandro Majorkas di dewama daxuyaniyê de got ku
"Bi dirêjkirina statuya parastina demkî, em dikarin ewlehî û parastinê pêşkêşî koçberên ku hemwelatiyên El Salvador, Honduras, Nepal û Nukaraguayê ne ku ji ber karesatên jîngehê nikaribin vegerin welatên xwe."
Rêvebiriya Trump, di Çileya 2020î de bi qanûnekê dayîna statuya parastina demkî ji bo koçberên ji El Salvador, Honduras, Nepal û Nikaraguayê rakiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin