PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi qasî 180 leşkerên Kurd ên nav hêzên Iraqê, ji ber qedexeya hatinûçûnê li xaleke kontrolê li Mexmûrê hatine rawestandin û nikarin derbas bibin.
Hat zanîn ku 180 leşkerên Kurd ên li nav hêzên Iraqî zêdetirî 3 roj in li xala pişkinînê ya bazargeha Mexmûrê hatine rawestandin û bi şev di nav otomobîlên xwe de radizên.
Li gorî ragihandina hin ji wan leşkeran, ew leşkerên nav artêşa Iraqê 40 rojan bi hêviya ku 8 roj li mala xwe bimînin li ser erka xwe bûne, lê ev 3 roj in jî li xala pişkinînê asê mane.
Li gorî zanyariyan piraniya wan leşkerên Kurd niştecihên parêzgeha Duhokê ne û bi sedema ji ber vîrusa koronayê bi biryara Wezareta Navxwe, hemû cûre hatinûçûn li nav Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye ragirtin, nikarin vegerin nav malên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin