Iraq: Em ê ji nêz ve li ser pirsgirêka avê bicivin

Iraq: Em ê ji nêz ve li ser pirsgirêka avê bicivin

PeyamaKurd- Misteşarê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Raid el-Ceşamî ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de ligel Îran û Tirkiyeyê, li ser pirsgirêka avê bicivin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iraqê, Raid el-Ceşamî da zanîn ku bi Tirkiye û Îranê re lihevkirinek çêbûye ku "di demeke nêzîk de" civînek teknîkî ya taybet ji bo gotûbêjkirina qeyrana avê bê kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku Ceşamî di ragihandinên xwe de tekezî li ser wê yekê kiriye ku “Diviyabû ew biçin rêkeftinên herdemî ji bo welatên jorîn û rûpelên rêkeftinên demkî yên ku berê hatibûn çêkirin bizivirîne, lewra rewşa avê hatiye guhertin." 

Hat diyarkirin ku Ceşamî di dewama daxuyaniya xwe de gotiye ku "Di hevdîtinên bi rayedarên welatên ku em avê bi wan re parve dikin de bal li ser wê yekê hat kişandin ku divê em hemû para xwe ji avê bigirin û ji zimanê zêdebûnê dûr bi rêyên dîplomatîk pirsgirêkan çareser bikin."

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî di daxuyaniyekê de berî “Sêyemîn Konferansa Avê ya Bexdayê” gotibû ku “Qeyrana avê li welatê wan pêwîstî bi destwerdana bilez a navdewletî heye û ev pirsgirêk ji rêveberiya berê maye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin