PeyamaKurd – MÎTa Tirkiyê diyar kir, berpirseke bilind a PKKê li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê hat kuştin.
Li gor Dezgeha Hewalgiryê ya Tirkiyê eşkere kir, di operasyonekê de li Çiyayê Garê endama Civata Serbazî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîniyên Jina Azad a (YJA-STAR) Xanim Demîr a bi nasnavê Berfîn Nurhaq hatiye kuştin.
Herwiha hat destnîşankirin ku Demîr di nav plansaziya gelek çalakiyên li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de cih girtiye, di sala 2014an de weke berpirsa YJA-STARê derbasî Şingalê bûye û di sala 2017an de bûye endama Meclîsa PAJKê ya rêxistina jinan.
Di berdewamiyê hat eşkerekirin, Demîr di sala 2019an de bûye endama Desteya Rêveber a YJA-STARê û di sala 2021ê de bûye berpirsa Akademiyên Apollo ku tê de perwerdeya bîrdozî û çekdarî tên dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin