PeyamaKurd – Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî serdana paytexta Ukrayna Kîevê kir û bi Serokê Ukrayna Volodomir Zelenskiy re hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtinê, Zelenskiy ji ber hewlên wê yên piştevaniya Amerîkayê bo Ukraynayê û bihêzkirina hevkariya navbera herdu welatan ‘Nîşana Prenses Olga’ pêşkeşî Pelosî kir.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokatiya Ukraynayê Zelenskiy di hevdîtinê de ji Pelosî re gotiye: “Ez ji bo vê serdanê minetdar im. Ev sînyaleke bihêz a piştevaniya Amerîka û herdu partiyên Kongereyê ye bo Ukraynayê. Ev nîşan dide ku Amerîka li dijî êrîşkariya Rûsyayê ji bo piştevaniya berevaniya Ukraynayê erka seroktiyê bicih tîne.”
Pelosî jî pesnê gelê Ukraynayê da ku ji bo azadiya xwe bi awayekî wêraneke şer dikin û destnîşan kir, heta ev şer dewam bike dê Amerîka alîkariyên bo Kîevê bidomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin