Antonio Guterres wê bi Zelensky û Pûtîn re bicive

Antonio Guterres wê bi Zelensky û Pûtîn re bicive

PeyamaKurd – Sekreterê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres wê bi serokê dewleta Ukrayna Volodimir Zelensky û serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn re bicivere bicive.

Li gor Berdevka Sekreterê Giştî yê NYê diyar kir, Sekreterê Giştî Antonio Guterres wê hefteya bê serdana Ukrayna bike û roja 28ê Nîsanê bi Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba civîneke xebatê pêk bîne û pişt re jî wê li gel serokê dewleta Ukrayna Zelensky hevdîtinekî pêk bîne.

Herwiha eşkere kir, ji bo alîkariya mirovî ji gelê Ukraynayê re bê liberçav girtin, Guterres wê li gel karmendên saziya NYê jî bicive.

Guterres roja 20ê Nîsanê ji nûnertiyên daîmî yên Rûsya û Ukraynayê yên li NYê nameyek nivîsandibû û ji bo hevdîtina li ser aştiya li Ukraynayê û gavên bilez ên bêne avêtin li Moskowê li gel Putîn û li Kîevê jî li gel Zelensky daxwaza hevdîtinê kiribû.

Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYê destnîşan kir, Guterres wê roja 26ê Nîsanê li Moskowê li gel serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin