PeyamaKurd – Li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê du malbatan şer kirin û di encama şer de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li taxa Harun Boy a navçeya Silopî ya Şirnexê, di navbera du malbatên xizmên hev de ji ber nakokiyekê pevçûn derket û bû şerê bi çekan û di encama bûyerê de welatiyê bi navê Reşît Karahan can da û kurê wî û birayê wî Fehmî Karahan birîndar bûn.
Herwiha piştî agahdarkirinê, tîmên polîs û tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê. Kuştî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û gumanbarê bi navê S.C hat desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin