Rêveberê CIAyê, serdaneke vesarî ji bo Kievê kir

Rêveberê CIAyê, serdaneke vesarî ji bo Kievê kir

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Rêveberê CIAyê William J. Burns hefteya borî bi awayekî weşartî çûye Kievê û bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û xebatkarên wî re hevdîtin kiriye.

Li gorî daxuyaniyên ku rayedarên payebilind ku ji rojnameya Washington Post re dan, Amerîkayê destnîşan kiriye ku li hemberî êrîşên Rusyayê ew ê piştgiriyê bidin Ukraynayê û Rêveberê CIA William J. Burns jî li ser vê yekê hefteya borî bi awayekî weşarî çûye paytexta Ukraynayê Kievê.

Hat diyarkirin ku rayedarê navê wî nehatiye eşkerkirin gotiye ku Burns li Kievê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re axiviye û hat diyarkirin ku Zelenskiy û xebatkarên wî li ser wê yekê difikirin ku Amerîka û welatên rojavayî dê piştgiriya xwe berdewam bikin yan na?

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin