PeyamaKurd – Gola Hazarê ava wê ya şîrîn heye û li hawirdorê gola Hazarê bi hezaran xaniyên havînê hatine avakirin ku piraniya xwediyên xaniyan xelkê Amedê ne. Xelkê Amedê di destpêka havînê de diçin Gol a Hazarê û wê derê bûye zozanê germistaniyan. Zivistanê tenê gundiyên gundên der û dora Hazarê li wê derê dimînin û havînê jimara xelkê bi deh hezaran zêde dibe.
Ji bo jiyaneka xwezayî, divê hawirdorê Hazarê paqij be û bi wê armancê weka mînak xebatkarên dezge û saziyên navça Sîvrîce û xwendekarên dibistanan, derketin dora Hazarê û ji bo bibin mînak der û dor ji gilêşê paqij kirin.
Her weha tîmên noqavê yên rêvebiriya asayîşa Xarpêtê, bi taybetî yên noqavê, bi kesên xwebexş ve noqav bûn û binê avê ji gilêşê paqij kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin