PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa nûçeyan ya Associated Pressê ku binkeya nûçeya xwe dibe ser rêvebirekî Amerîkayê, şîrketa petrolê ya Amerîkayê ya bi navê Delta Crescent Energy di derveyê dorpêçan de nehêle. Delta Crescent Energy di dewra serokê Amerîkayê Donald Trump de li Sûriyê karê petrolê birêve dibir.
Li gor ragihandina ajansê; niha Biden xwe amade dike ku dorpêçê li Sûriyê deyne ser şîrketê û wexta muhafiyeta wê dirêj neke. Trump di 20 ê nîsana 2020 an de bo şîrketê muhafiyetê danîbû.
Şîrketa bi navê Delta Crescent Energy, balyozê berê yê Amerîkayê James Cain û xebatkarê artêşa Amerîkayê yê berê James Reese di sala 2019 an de ava kiribûn. Di herêma Rêvebiriya Xweser de petrolê hildiberînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin