PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve peyamek belav kir.
Serok Barzanî silav ji giyanê şehîdan, xweragirî û qehremaniya xelkê serbilind ê Qeladizê re şand û got, “Dijmin xwest bi bombebarankirin û paşê jî wêrankirina Qeladizê û veguhestina xelkê wê, îradeya xelk Qeladizê bişkîne û jiyan û şoreşgêrî li wê deverê da nehêle. Lê belê ewe xelkê Qeladizê bû ku li ser dijmin da serkeft.”
Peyama Serok Barzanî bo Qeladizê
“Li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmanî li 24/04/1974 silav dişînim ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Dijmin xwest bi bombebarankirin û paşê jî wêrankirina Qeladizê û veguhestina xelkê wê, îradeya xelk Qeladizê bişkîne û jiyan û şoreşgêrî li wê deverê da nehêle. Lê belê ewe xelkê Qeladizê bû ku li ser dijmin da serkeft. Silav li xweragirî û qehremaniya xelkê serbilindê Qeladizê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin